Hassan Zirak

Kîjan Deçne Mêrgulan 3

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
271
Kîjan deçne mêrgolan ewey mêrgîne têkra deçnin helalan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken wirdexalan
Kîjê bêne maçit kem car car ratmûsim webal bestoy delalan
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim

Kîjan deçne mêrgolan ewey nêw şaxan têkra deçnin kenêrê
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken xalî mêrê
Delên yarim hatewe toxdaw be’am de bilên yareb be xêrê
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim

Meqam
Eman ba boxom bimirim ax
Qet mepirse min leber çî kem exom
Min be birsî qet mezane xem dexom
Awî swêrî çawû barî talî lêw
Jem jemû dem dem dexom

Kîjan deçne mêrgolan ewey mêrgîne têkra deçnin wenewşan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken panyey kewşan
Kîjê bêne maçit kem car car ratmûsim webal bestoy derwêşan
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Ey wey yarebî mergit nebînim

Kîjan deçne mêrgolan ewêy nêw şaxan têkra dênin rêwasî
Be yarim zahîr dekird wey wey hat bo lam xalû mamî nenasî
Be qurbanî yarim bê wey wey hewşarêw hemû êlî bilbasî
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim