Nasir Razazi

Kîjan Deçne Mêrgulan Bê Mosîqa

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
504
Kîjan deçne mêrgulan...
-bêse براااااا
Ey, le dînit bim
Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgîne be ’am deçnin wenewşan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken panyey kewşan
Kîjê bêne maçit kem deba ratmosim webal bestûy derwêşan
Çawî xumarû nêrgîz boçî nayê bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçê gyanî şîrînim
Eman yarebî mergit nebînim
Deba biçîne mêrgulan ey wey mêrgîne kîjan deçnin rêwasî
Be sergerdî balat bê cwanê bot nemam şeş dang mulkî bilbasî
Xo min yarî xotim ey hawar le bo çî bê lutfî to namnasî
Çawî xumarû nêrgîz yuxdur bularî çênde
Yarekey be nermû hêdî biro dest le berokim berde
Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgînan têkra deçnin kenêrê
Areq lew hanyey detkê nim nim dêne xwar ter deken xalî mêrê
Kîjê bêne maçit kem deba ratmosim derom be xudam bispêrê
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçê gyanî şîrînim