Heval Ibrahim

Kîjan Deçne Mêrgulan

By: Heval Ibrahim
Dialect: Sorani
207
Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgîne têkra deçnin helalan
Areq lew hanyey detkê tik tik dête xwar ter dekat wirdexalan
Kîjê bêne maçit kem car car ratmosim webal bestoy delalan
Çawî xumar û nêrgîz boçî nayê bîbînim
Pir be dil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim

Le tenhayî şewî jîna enêm hengawî kwêrane
Nîye destê derim bênê le nêw em gore wêrane

Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgîne dênewe bo ser kanî
Leber xatrî çawî to were heyatim awedan bê sileymanî
’aşiqî qed û balatim de bêne mirdûm boç be derdim nazanî
Çawî xumar û nêrgîz boçî nayê bîbînim
Pir be dil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim