Ali Nazar

Meqam SerküYe Çir

By: Ali Nazar
Dialect: Kalhori
211
Çetreged qinc ke ta xweşnema bû
Tertîfî leban şixil û gûna bû

Era to nyetyey we şînê germim
Pelgeged şûr key le banê termim

Werce mirdinim wesyet kem we xîş
Desê dûs bigirin gûna nekey rîş

Çetird cü lewlaw xistî we la
Kuçganê çen kes nayde ban ga

Xwem ham le êlax dûsim le jêrben
Çep çep zilfeged bikem rîşeken

Zirey yeydesî pawen le pame
Min ley şabade kî hewaxwame!?

Le penc deryege zilf keyde şane
Min kirdye we seng qapî derane

Bimarkid bû -kore nabeley malegey kelihüle bîme- î firmê taze
Xas lelêd kefî qed wey enaze

Qal keftew qeytül -wey wey rü biken min mirdime- zile lebaxan
Der malegey bîwey şümrdî bîye çiraxan

Leyre ta ewre ye çenî düre!
Kilkî qaqiz mer tükê semüre!

Yeydesî=corêk kut û bende ke bo ajelan bekar dêt
Jêrben= nawçeyêkî başûrî kurdistan û nêzîk şarî menelî
Şixil= corêk serwen
Kuçganê= wicax
Kelhül= qijkal/qijzerd
Kilkî qaqiz= amaje be name dekat
Tükê semüre= amaje be şitî zor giranbeha dekat