Şewane ew demaney şew degate katî nîwey şewXelk nûstû le çawî min keser dîsan rewandî xewSikûtêkî besam sertaserî em dêye dadegrêDelêy her zîndewarêkî heye lew dêyeda demrêLe hîç la xişpeyek naye, çiray malêkî nayîsêBe’espayî le mal dême derê dexuşim wekû nîsêTekû tenya be’aramî deçim bo girdekey ber dêBedlitengîw kizû xemnakî radekşêm leser berdêDekem ca seyrî estêranû heldemjim şiney şewbaŞewû bêdengî çend xoşe, hemîşe xozge her şew baWekû awalî çak estêrekan gwê radedêrin bomHeta boyan beyan kem mû bemû razî derûnî xomKulim heldestê ew carew leber derdim denalênimHeta awrî dilim dekujêtewe esrîn debarênimŞewane ger nekem ew şîwenû nalînû giryaneDesûtênê wicûdim agir
î em cerge biryane