
Şewane ew demaney şew degate katî nîwey şew
Xelk nûstû le çawî min keser dîsan rewandî xew
Sikutêkî besam sertaserî em dêye dadegrê
Delêy her zîndewarêkî heye lem dêyeda demrê
Tekû tenya be aramî deçim bo girdekey ber dê
Be diltengîw kizû xemnakî radekşêm leser berdê
Dekem ca seyrî estêranû heldemjim şiney şewba
Şew bêdengî çi xoşe hemîşe xozge her şew ba
Wekû awalî çak estêrekan gwê radedêrin bom
Heta boyan beyan kem mû be mû razî derûnî xom
Kulim heldestêw ew care leber derdim denalênim
Heta agir
î dilim dekujêtewe esrîn debarênim
Şewane ger nekem ew şîwenû nalînû giryane
Desûtênê wicûdim agir
î em cerge biryane
Belê giryanî nîwey şew deka nasorî dil merhem
Kulû kom dademirkênêw becê dêlê dilî min xem
Let lete cergim kesekem bo dyarit nîye
Boçî meylekey caranit nîye