Hassan Zirak

Yadim Ke

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
253
’areqî destî esmer bê
Jehrî ejdîhay hewt ser bê
Deyxomewe qest leser bê
Pê bilên leber çî torawe
Deyxomewe qest leser bê
Leber çî le min rencawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carê dekey yadim
Be xew deybînim dilşadim
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min derman dekey

’areqî destî esmer naw
Jehrî ejdîha bêt tewaw
Deyxomewe wêney gulaw
Çîm gutuwe le min rencawe
Deyxomewe wêney gulaw
Çîm gutuwe le min rencawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carêk to dekey yadim
Be xew deybînim dilşadim
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min derman dekey

Saqî be xudaw pêxember
Be mîhrabî çawî dulber
Kewtûme gêjî eskender
Leber çî yarim rencawe
Kewtûme gêjî eskender
Çîm gutuwe le min torawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carêk to dekey yadim
Be xew deybînim dilşadim
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min hasan dekey

Bejin şorû zulf şorû kezê şor
Bejin şorû kezê şorû xezêm şor
Serawşorim deken her sêk berew gor
Debê bîkêşim mafî xome hey gor

Swêndim xwarduwe min ta mawim
’eşqî çawî belek çawim
Bawerim pê bike nemawim
Bawerim pê bike sûtawim
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carê to dekey yadim
Be xew detbînim dilşadim