Hassan Zirak

Yadim Ke 2

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
287
Herwa derwa mîslî tûtî
Herwa derwa ’eynî tûtî
Debme lûtewaney lûtî
Xuda bimkey be hawcûtî
Çîm gutuwe yarim torawe
Ya reb bimkey be hawcûtî
Çîm gutuwe ew gule rencawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carê to dekey yadim
Be xew detbînim dilşadim
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min hasan dekey

’areqî destî esmer bê
Jehrî ejdîhay hewt ser bê
Deyxomewe qest leser bê
Leber çî yarim torawe
Deyxomewe qest leser bê
Leber çî ew gule rencawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend çarê to dekey yadim
Be xew detbînim dilşadim
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min hasan dekey

’areqî destî esmer naw
Jehrî ejdîha bêt tewaw
Deyxomewe mîslî gulaw
Çîm gutuwe yarim rencawe
Deyxomewe her wek gulaw
Çîm gutuwe le min torawe
Be yadim ke to yadim ke
Be maçêkit dilşadim ke
Herçend carêk yadim dekey
Derdê le min hasan dekey
Herçend carê yadim dekey
Birînanim sarêj dekey