
Fatme dû çawî mestit pir telîsmî cwanîyePir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîyeBejnû balaket nimûney heykelî yonanîyeLarû lencet mosîqaye besteye goranîyeBûkî razawey xeyalim gyanekem sit fatmeTaqe pirşingêkî çawit ewperî awatmeGerçî dildarî le xakî êmeda efsaneyeHer betenya bo kurî xawen telarû ’aneyeGyanekem emma dilî min lew dile şêtaneyeBê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneyeHer betenya xoşewîstî şik ebem sit fatmeSerwetim nawê bizey to ewperî awatmeXoşewîstî wa ke namey xwaye bo pêxemberanBerzû nask wek henasey pir gulawî dulberanNek wekû hezkirdinî dînarû gewher perweranEw kesaney bo qiranê çende dilyan helweranXelqî tir pareperistî ba biken sit fatmeMin be tenya to peristî ewperî awatmeZor keret hanim eda daxî derûnî pir girimBotî helrêjim sikalay naskî germû gurimDaxekem katê ke dême berdemit waqî wirimWam eşêwênê be corê nayelê hîç derbirimBûkî razawey xeyalim gyanekem sit fatmeGwêye bo em raze şil key ewperî awatme