Najmadin Ghulami

Daye Gyan Bigrî Leser Xakim 2

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
300
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigryê daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe

Damenîşe daye gyan bo hatnî min çawerê
Dilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwê
Daye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilit
Daye gyan swêndim be cewrû meynetî bê hasilit

Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdûm xemî deskurtîw reng zerdî gel
Min kurî kurdî şehîdî rêy xebatim daye gyan
Kotrî xwênîn perî baxî wilatim daye gyan

Her wekû bêganeyê dil pir le nakamîw girê
Lem hemû deste nebû destê ke bêw distim girê
Min le şarî xom xerîbû bo hemû bêgane xum
Kotrî kujrawî rêgay lane xum, bê lane xom

Daye gyan ew kîje wa etwîst be bûkî to bibêt
Xot bide pîşanî carêk ba be hîway min nebêt
Takû bitbînê ke reşpoşî le ser ta patewe
Belkû birwaw dilnya bêw min lebîrew batewe