Basit Hamagharib

Cwanî Bê Naw

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1004
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey sergona nextêk al
Ey kiçe mengekey be dengî çipe dû
Gendemûy demuçaw meçek helnegirtû
Ey endam wirdîley nermoley êsk sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk
Raste min rêbwarim serpêyî erwanim
Belam wa cwanîy to karî kird le gyanim
Elêy nek her êsta ’umrêkî dirêje
Bew destû pencanet birînim sarêje
Ey kiçe kaleke cwanî tir ba zor bin
Le baxçey behara gulbaxî ber xor bin
Ba rengyan perdaxt bêw cêgeyan serçil bê
Be watey xelkî tir ba nawyan şagul bê
Gyanî min bo telê wenewşe peroşe
Ke le jêr sêberî tûtrika xamoşe
Le hemû asmana estêrey berbeyan
Exate dilî min hestêkî sipîw cwan
Le textêk heldestê hezarû yek nexme
Eweyan şîrîntir dête gwêm zor nizme
Kanîyekî rûnî ber tirîfey mangeşew
Le binya bilerzê mirwarîy zîxû çew
Cwantire le lay min le deryay bê sinûr
Şepolî bate ber tîjgî xor şilpû hûr
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey sergona nextêk al
Derbest nîm rêbwarim derbest nîm rewtenîm
Ezanî şipirzew derbestî êcgar çîm?
Hî ewey nîgarêk le yadim kêşrawe
Şoxêkî nayabe belam ax bê nawe