Muhammad Mamle

Leber Nazî Çawbazan 2

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
261
Ey awêney dilberî, zarit gul zulifit zerî
Rûy xot bêne bem lawe ba henasem netgirê

Leber nazî çawbazan xwardnû xewm xwênawe
Be tîrî tîrendazan çibkem cergim birawe

Hatim be boney xalan tûşî dawî zulifit bûm
Teyrêkî nabeled bûm nemzanî danew dawe

Bes ’umrî min be bade, dem dênim zulifit lade
Dil boye namrade bew şewe roj gîrawe

Şêtû şeydaw sehrayî, degrîm herwek wefayî
Be gulî kulimit swênd dexom gerdin şûşey gulawe