Chalak Mamle Muhammad Mamle

To Belênim Pê Bide

By: Chalak Mamle and Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
429
To belênîm pê bide ta min berew jwan bibmewe
Bimdeye maçêkî ter lew lêwe, ba cwan bibmewe

Destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
Lêm gerê carê le baxî sîne mîwan bibmewe
Bimdeye carê le baxî sîne mîwan bibmewe

Şengebêrî bisrewe firmêskî bê şwanî îtir
Renge hêştê lew çyaw zozane bo şwan bibmewe

Lew demeyda dilim lêydawe bo jwan
Min dêwaney çawî cwanim, çawî cwan
Gerçî xelkî wilatî çawciwananim
Çawî cwanim nedî têr be çawanim
Heta law bûm çawî cwanim lê win bûn
Peçew rûbendû çarşêw dujminim bûn
Êsta pîrmû kewtûmete awîlke
Çawî cwanim lê win deka çawîlke

Min gulî ser gorî awatî lemêjînem belam
Rêjnêkim lê bida pêm waye bo rwan bibmewe

Şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergera
Min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe