
To belênîm pê bide ta min berew jwan bibmewe
Bimdeye maçêkî ter lew lêwe, ba cwan bibmewe
Destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
Lêm gerê tawê le baxî sîne mîwan bibmewe
Şengebêrî bisrewe firmêskî bê şwanî îtir
Renge hêştê lew çyaw zozane bo şwan bibmewe
Le bin her berdê her rahguzarê
Firmêskî dîdem be xur debarê
Ne şewm xewe ne roj dilşadim
Çawe cwaneket dêtewe yadim
Delê min boye şîrîne nawim
Be galte zor kes kewtuwete dawim
Şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergera
Min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe