Najmadin Ghulami

Ey Bejin Rêk

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
949
Ey bejin rêk lence cwan xawen serinc şêwet perî
Bo nîgayek wêlû şeydam balî şî’irim helwerî

Her ewendem dîwe çawit wa le jêr birjangî reş
Wek gelawêj şwên mebestin bo serincê alû geş

Ey bejin rêk lence cwan xawen serinc şêwet perî
Bo nîgayek wêlû şeydam balî şî’irim helwerî

Tîşkî rût katê le deryay wirdî endêşem eda
Xişlî şî’irim wa erazê bûkî hest cwantir deka

Ey bejin rêk lence cwan xawen serinc şêwet perî
Bo nîgayek wêlû şeydam balî şî’irim helwerî

Wek pepûle gyanî tînûm bo qumê ’etrî nîgat
Dêtû derwa her şiney dê ta be birjangit bigat

Ey bejin rêk lence cwan xawen serinc şêwet perî
Bo nîgayek wêlû şeydam balî şî’irim helwerî

Ca ke têr bon bû le baxçey dîmenî parawî to
Têr mijî xunçey serincî pir gulawî çawî to

Ey bejin rêk lence cwan xawen serinc şêwet perî
Bo nîgayek wêlû şeydam balî şî’irim helwerî

Dêm le çawey ’eşqî towe bo jyan hengaw enêm
Mest ebim bew bone xoşew beste bo çawit elêm