Hassan Zirak

Esmeran Dulberan

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Taran
Dialect: Sorani
290
Ey nexoş û derdedarim derdekem bê dermane
Kiçê deçim bo lay yarî xom wek hekîm û luqmane
Min deçim bo lay şorejin wek hekîm û luqmane
Esmeran dulberan hey weko bin bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anê serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye şil û mil xal le mil mal kawil bo yek bibîn
Erê kejal gyan bo yek bibîn

Ey nexoş û derdedarim derdekem tûlanîye
Wey nexoş û derdedarim derdekem tûlanîye
Kiçê deçim bo lay yarî xom qet hekîmî wa nîye
Malyan le goşey sablax ey le kin çira berqîye
Esmeran dulberan ey weko bin bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anê serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye şil û mil xal le mil mal kawil bo yek bibîn
Erê şorejin bo yek bibîn

Ey nexoş û derdedarim derdekem bê dermane
Min deçim bo lay yarî xom malyan wa le bokane
Min deçim bo lay yarî xom malyan le mikuryane
Esmeran dulberan hey weko bin bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anê serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye şil û mil xal le mil mal kawil bo yek bibîn
Erê şorejin bo yek bibîn

Ey nexoş û derdedarim derdekem le bexdaye
Kiçê min nexoşim bo yarim zulfî hewda hewdaye
Xo ew derdey min dekujê le bexel guledaye