Mala Hossien Abdulazada

Girtimt Bestimt û Esmeran Dulberan

By: Mala Hossien Abdulazada
Dialect: Sorani
322
Sebrû qerarit birdim kem şertît legel kirdim
Axir wazim lê bêne îtir besyetî mirdim
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûyî çawekanim le jêr xak çeqandimit

Erê çen çawerwanî leylêm ’ecayb boçî nehat
Ya rebî xuda lêy xêr key ew rencem nedey be bad
Le bejnê barîk cwane zerîw naylonû jorjyat
Eger kurtê bête der ’alem delê roj helat
Esmeran dulberan ca weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Ca be male beytolaye herçonêy deylêm waye
’îlacî derdim naye be hekîmî dinyaye
Xomû dilekey kos kewtûm kewtime dawî leylaye
Hemû silametî kêye!? bo silametî zawaye
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûyî çawekanim le jêr xak çeqandimit

Erê sîngit texte belawan qurîngê ser kanîw awan
Ca be ber derkyanda royîm halî kirdim be çawan
Lêreray deser gêrim ta sehendû solawan
Taze meylî ber nadem şerte be şertî pyawan
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûyî çawekanim le jêr xak çeqandimit

Birot perî reşe dalî şilkû teskû mindalî
Ya xuda lêy mumbarek bê kirasî zerî mîsqalî
Le bendî pîsey daye heta demrî denalî
Her be silametê zaway bom bijî ta hezar salî
Esmeran dulberan ca weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

’emirim çawim ew yare zêrî hejde ’eyare
Babî zîndanî kirduwe dewrî sîmî xardare
Be silametî ka ’elî her bijîw payedare
Nawêrê bête jwanî postû qerawil dyare
Esmeran dulberan ca weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Naskoley necîb zade bew corey faydey nada
Serî xom helgirt royîm be kêwû be mezrada
Ca dezanim boxot razît babit to be min nada
Heta le dinyada may de biro şêtû şeyda be
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ta be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Hey be zîndûyî çawekanim le jêr xak çeqandimit