Mala Hossien Abdulazada

Girtimt Bestimt û Esmeran Dulberan 2

By: Mala Hossien Abdulazada
Dialect: Sorani
310
Sebrû qerarit birdim kemşertît legel kirdim
Axir wazim lê bêne, îtir besyetî mirdim
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Ca be welaw bîllaye herçonî deylêm waye
’îlacî derdim naye be hekîmî dinyaye
Xomû dilekey kost kewtûm kewtime dawî leylaye
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Erê naskoley nazenînê ca gulî dilkew hewşînê
Melam bênne serînê feqyan bênne twêjînê
Îbnuhecerê danên le bom bixiwênê yasînê
Esmeran dulberan ca weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Dayme wek têlê saze dugmey beroyî tiraza
Xo deber ew sînget demirim her delêy kanîw hewze
Çawim be balay kewt azay bendenim lerza
Esmeran dulberan ca weko bûn bo gulçinîn
Yarekem degelêdaye be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn
Bazî beragey banê her male babim cwanê
Lêm buwete birincî sedrî kewte reştû gêlanê
Qoytelî* deser gêrim ta bête xelîfanê
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

*= gundêkî ser be nawçey xelîfanî mehabade