Muhammad Mamle

Girtimt Bestimt

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
277
Erê cwane zulfî çîn çînî egrîcey têk halawî
Taze be şaney kirduwe emnî xistuwete dawî
Her min wam lê neqewma belkû ’alem tewawî
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Erê leber seyzadey şal şîn raste qewlû peymanî
Tundî de bawiş degirim deymjim ser kulmanî
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ca be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Hey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Weslî yarî nazenîn tewawî awatme
Wextê ew guley debînim xoştirînî katme
Zor tîrî le dilî dawim be mijolanî fatme
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ca be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Erê yekcarî mestî kirdim ew dû çawî xumarî
Gyane gelêk diruste yarim qewlû qerarî
Min be pencanim deyguşim memkî wêney henarî
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Ca zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit