Layla Fariqi

Ey Mutrîbî Herîfan

By: Layla Fariqi
Dialect: Sorani
451
Dile be hîway gerdin pir xalan
Xot mede le tîr mujey çaw kalan
Seyrî gulê bike le ’eşqî dildar
Yexey xoy dirî day be qew çil dar
Bêhûde bulbul lem çil be ew çil
Leber derdî dil wa bêdenge gul
Bisûtê wek şem bê zyadû kem
Hawrazit kizem sozî derdû xem

Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî

Bezmet şîfaye sa dey bom lêde berbetû ney
Ew derdî dil heta key çî mawe ’umrî fanî
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî

Bom lê de çengû ’ûde remze le ya wedûde
Ba kwêr bê ew hesûde em sirre ba nezanê
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî

Saqî le dil hezer ke çarem le derdî ser ke
Carêkî yek nezer ke bo safîy hîranî
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî