Basit Hamagharib

Kurdistan

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1197
Jînim wek xewê hate pêş çawî
Kurdistan têr têr nejyam le nawî
Pêyda bigerêm bê kospû sinur
Be rastû çepda berew xwarû jûr
Êsta be xeyal dême seyranî
Axo çi rojêk dême seywanî
Kame tiropkey sipîw berz bû
Kame bendenî sextû sewz bû
Kam mêrxuzarey terû paraw bû
Kam roj asmanî şînû hesaw bû
Ger ta hetayeş le pêş çaw nebin
Tasey sernicyan her nayen le bin
Demî kotayî werzî hawînê
Ke «gule cutêre» serî derdênê
Dîsan jînewey gyay werzî payz
Mijde dexate dilî pestû zîz
Tîşkî hetawî paş pele baran
We reng dehênê pelû poy daran
Ta demî payz «kîvarû estêr»
Le kwêstan sewzin «sa yadyan bexêr»
Zistan rehêlew baranû befir
Desrê tozî rêy reşmalû kepir
Xozge exwazin genc be rabirdû
Be çipey dwanî jwanî dû be dû
Genc peku pekwî raburdûyane
Ke nay bînînewe axû ofyane
Dêtewe yadyan polî nazdaran
Le pêş tawlî bûn, demî êwaran
Çaw be îşaret, dem be pêkenîn
Le perî cwantir, herçendekenîn
Ax payz wadê werzî mirdine
Werzî cudayîw pena birdine
Mergî sewze gya, hî gulû gulzar
Katî zerd bûnî gelaw golî dar
Be dirêjî werzî zistan seranser
Sed na’umêdî sextit dête ber
Hetaku behar degerêtewe
Lapereyekî yad ekirêtewe
Behar leşkirî hewrû lêşawî
Ke pir le daxe, têkray henawî
Nîşaney zistan pak eşwatewe
Pîşî tûreyî çak exwatewe
Gule hacîle, hêro, nesteren
Mêlaqe, şilêr, şeqayq, sewsen
Şewbo, wenewşe, xatûne, nesrîn
Le rengî alû sewzû zerdû şîn
Helzu gyabendû kenêrew kema
Be şiney fênk dekewne sema
Legel gyay nask wekû dildaran
Leyek de’alên hemû beharan
Ke piluskî gewrey befraw ebînî
Gerekte demit bixeyte bînî
Leser lutkey raz derjêne xwarê
Deykene girmew haje be carê
Le’lû mirwarî, lewan depirjê
Efsûnî cwanî lewan helderjê
Debête bazney hewt rengî ber xor
Derazêtewe siruşt heme cor
Le dem aweroy ew nişêwane
Cwanî bê radew çendû pêwane
Ber rojû nisêw hewrazû newî
Berzî asmanû rûberî zewî
Hestî honerû hestî hunermend
Natwanê derî bibrê çonû çend
Ca were seyrî polî reşmalan
Hatûnetewe cêgakey salan
Pîrozû xunçew neşmîlû estê
Yek mer edoşê yek ra’ewestê
Zaraw nesrînû beharû kalê
Yek berew kanî yek berew malê
Kîjî çaw mestî ew hewaranen
Firîştey aştî ew kosaranen
Şeyday şimşalî ser berde bêrin
Heqyane çunke bew core fêrin
Belam hezar ax, hezar hezar ax
Emsal koçerî nayene êlax
Nabne mîwanî emsalî binar
Bê rûnakîye bê ewan behar
Çole hewarî tengî «silêmanî»
Hî «dole kokêw berde hesanî»
Hewarî«gwêzlêw çwasû bê delan
Gewere, zelê, tûjele, qorxan»
Hemûyan çoln wêran kirawin
Bezor bo deştî germên birawin
Ax bo wilatman lê deşêwênin?
Dêhatû baxman bo desûtênin!
Wederman denên le xakî xoman
Êmeş wesyetew cêmawe boman
Ke ser şor nekeyn le ast dagîrker
Rojêk dêt şebeq deyankeyne der
1979/06/23
Zîndanî musil, beşî sêdare
#kurdistan
#bast_heme_xerîb
Honrawe: #şehîd_mela_’elî
Wergîranî deq: vejin.net