Najmadin Ghulami

Perçem û Egrîce (Nazîlê)

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
606
Em perçemû egrîce hemû dujminî dîne
Ew zulfû rûxet afetî ser rûyî zemîne
Nazîlê lêre lewê barîke xase kewê
Her êstê maçim ewê
Nayxeme nîmeşewê
Be şêxekey kanî kewê

’eşqit le dilim sabîte nek ’arîze qurban
Wek tureyî şahan ke leser rûyî nigîne
Nazîlê lêre lewê barîke xase kewê
Her êstê maçim ewê
Nayxeme nîmeşewê
Be şêxekey kanî kewê

Dil bote kebab bo mezeyî dîdeyî mestî
Qurban lewe me’lûme ke lêwit nimekîne
Nazîlê lêre lewê barîke xase kewê
Her êstê maçim ewê
Nayxeme nîmeşewê
Be şêxekey kanî kewê

’alem çi dezanê ke emin kuşteyî kême
Bew tîrî* mujet zahîre daym ke be xwêne
Nazîlê lêre lewê barîke xase kewê
Her êstê maçim ewê
Nayxeme nîmeşewê
Be şêxekey kanî kewê
*= le honrawey safî hîranî «tîrey» hatuwe.