Hassan Zirak

Ba Wa Bê Ba Wa Bê

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Kirmaşan
Dialect: Sorani
277
Desmal herîrî dûber boçim nadwênî esmer
Eger hez dekey nemirim bimşêle naske dilber
Ba wa bê, ba wa bê, min destim le memkî dabê
Eger memkan ezyet kem serpencem kolewar bê
Hîç ezyetyan nakem wey neba lêm tewela bê

Desmal herîrî sûre gerdin delêy bilûre
Ger qise dekaw dedwê her delêy ’ûdû sentûre
Ba wa bê, ba wa bê, min destim le memkî dabê
Eger memkan ezyet kem serpencem kolewar bê
Hîç ezyetyan nadem wey neba lêm tewela bê

Desmal herîrî şîne şîrîn delêy hengiwîne
Te’cub le yar demênim boçî dilî xemgîne
Ba wa bê, ba wa bê, gulî min le min tora bê
Ême aşt debînewe xudaye dujmin riswa bê

Desmal herîrî keske raperî delêy aske
Daway dû maçim lê kird helat em baskew baske
Ba wa bê, ba wa bê, gulî min le min tora bê
Ême aşt debînewe hesûd malî wêran bê

Be tîrî ’eşqit cergim birawe
Dilim be dawî zulifit besrawe
Gyane be nazî çawit gîrodet kirdim
Umêdî jînim le dest berdawe