Najmadin Ghulami

Namekant Hane Kwê

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
676
Halî min xase bequrban namekanit hane kwê
Çawerêtim wek hemîşe qewlekanit hane kwê
Pêkenînit wek şemale baxî dil awan eka
Em behare çon nehatî lêwekanit hane kwê

Halî min tafî dezanê wa xerîke wişk ewê
Pencekanim wêln emşew zulfekanit hane kwê
Sed çilem kêşa le bo to ey henasey axirim
Rohî min hêzî nemage destekanit hane kwê
Xot wito her çawerêmî ta le xurbet bêmewe
Min xerîkim têm ’ezîzim çawekanit hane kwê
Min gile nakem le to ey hawinşînî wênekem
Çon dilo tê lêm nepirsî şê’rekanit hane kwê
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî