Layla Fariqi

Minîş Lêrem

By: Layla Fariqi
Album: Zayeley Rabirdû
Dialect: Sorani
540
Minîş lêrem şwênim heye lem dinyaye
Jyan bê min xeyalêkî bê manaye
Katêk tacî daykayetî enême ser
Xom beheştim beheştîş lejêr pêmaye
Minîş lêrem minî afret minî însan
Dengim heye rengim heye wek hemûtan
Minîş lêrem bûnim heye manam heye
Êre bê min wehşetêke bê hestû gyan

Minîş hemû xewnim heye xewnêkî cwan
Xewnêk bo behay mirovû behay jyan
Dilim derya, serim baxçey hestû bîre
Mêhrebanîm asmanêke, sozim baran
Minîş lêrem hestim pê bike wek hawrê
Wek ewey he, nek wek ewey xot etewê
Bê bûnî min em jyane toşî nawê
Jyan waye, êmey pêkewe xoş ewê

Minîş lêrem şwênim heye lem dinyaye
Jyan bê min xeyalêkî bê manaye
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî