
Xom qasîdî zêrnokêm sibey derom beyanî
Kalokê xom de pê dekem be tofîqî subhanî
Delêm bêne maçit kem zêrnokê bazirganî
Xom qasîdî zêrnokêm derom deçme xoşnawan
Deçme kin zêrîngerî desk dekem dirawan
Weber zêrnokêy dexem belkû helbênê çawan
Xom qasîdî zêrnokêm derom deçme zirêbarê
Deçme kin westakaran bom dirust bika gwarê
Zêrnokê de gwêy bika bête derkî hesarê
Xom qasîdî zêrnokêm derom deçme bêtwatê
Seferêkim kewte ber rêye hat û nehatê
Deçme kin babî zêrnê belkû zêrnokêm datê
Xom qasîdî zêrnokêm sibey derom seherê
Kalokan de pê dekem de xom şede kuderî
Deçme kin babî zêrnê hewt salan be nokerî
Le ber xatrî zêrnokê belkû rehmim pê berî
Zêrnok û miryemokê be cût deçne xirnokê
Hewt qetarî wiştiran nardûmete kerkûkê
Barxane û barî barken xalîs le cilkî bûkê