Adnan Karim

Mahî Min

By: Adnan Karim
Dialect: Sorani
744
Mahî min tenha mehêke sed nucûmî mehu ekird
Yarî min tenha gulêke sed hezarî girtuwe
Xoş leser sîney serî heldawe dû goy ser be mor
Matû heyranim ke ’er’er key henarî girtuwe

Şerbetî ’unnabî lêwî şekkerû badamî çaw
Serwî qeddit raste enwa’î sîmarî girtuwe
Le’lî şekkerbarî to têrawe, şekker barye
Lêwî mîhnetbarî min bê’awe, barî girtuwe
Ejdehay zulfî le dewrî gencî husnî harîse
Helqe helqe, çîn be çîn, serta be xwarî girtuwe
Gerdû badî hîcrî to wa ’alemî lê kirdime toz
Nek dû çawim, belkû hetta dil xubarî girtuwe
Mahî min tenha mehêke sed nucûmî mehu ekird
Yarî min tenha gulêke sed hezarî girtuwe
Xoş leser sîney serî heldawe dû goy ser be mor
Matû heyranim ke ’er’er key henarî girtuwe
Honrawe: #nalî
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd