Kani

Berew Aso

By: Kani
Dialect: Sorani
325
Sofî goşey xaneqa bûm êste pîrî meykedem
Zahîdî xelwet nişîn bûm êste mest û meyzedem
Seruy azadîş lebar û dilkeş û berze belam
Giyanekem! Min şêt û şeyday lar wlencey em qedem

Kê wekû min sard û germî rojgarî çêştwe?
Ga le deştî germesêr û ga le kwêstanî gedem
Min berew aso berew rûnakî balm girtuwe
Çon berew tarîkî dexşêm, pal we şeytanî dedem

Jînî kurtim dî pirawpir bû le şanazî û şeref
umrî zorim dî ke dwayî hat be rîswayî û nedem
Agirî sînem bilêsey dê û wilat roşen deka
Ew demey xom wek dilopêk deçme nêw deryay edem
Sofî goşey xaneqa bûm êste pîrî meykedem
Zahîdî xelwet nişîn bûm êste mest û meyzedem