Kani

Dilim Tenge û Perêşanim Demêke

By: Kani
Dialect: Sorani
918
Dilim tengew perêşanim demêke
Xeyalim her demey laney xemêke
Ewende dilpirim pêm xoşe bigrîm
Ke firmêskû henaseş merhemêke

Dilim tengew perêşanim demêke
Xeyalim her demey laney xemêke
Ewende dilpirim pêm xoşe bigrîm
Ke firmêskû henaseş merhemêke
Demênê her bimênê ba bimênê
Yadî to le dilî minda bimênê…

Jyanim pir le rencew namuradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hebsî înfiradî
Demênê her bimênê ba bimênê
Yadî to le dilî minda bimênê…

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit be yadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gulî min
Şika estondekî tawlî muradim
Demênê her bimênê ba bimênê
Yadî to le dilî minda bimênê…