Abdula Pashew

Rûtan Reş Bêt

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
388
Lem nîştimane çarereşeda çîtan hêştuwe dabeşî neken wek rezî xotan?
Her be şehîdan serman bilind bû ewanîştan kird be pezî xotan!

Nawêrim qelemêk helgirim
Nawêrim kirasêk leber kem
Rûtan reş bê
Ta rengekanîştan beş kird!

Bilêm xwêndikar ya qutabî?
Jin ya afret?
Rûtan reş bê
Ta wişey naw ferhengekanîştan beş kird!

Dû kenarî zêy cawîdanî
Xanîw hacî qadirtan beş kird
Xakû awû agir
itan beş kird
Kwa? çîtan hêşt?
Kwa? kêtan hêşt?
Bigre qehpew dizû rêgirtan beş kird

Wek zirtekî gakojbedest
Nîştimanêktan kird be dû
Şar be şar, gund be gund geran
Le her malêk agir
idanêktan kird be dû

Xelk mêjûyekî heye
Ême dû mêjûman heye
Hemû dinya
Yek serkirdey lê belaye
Ême lewîş dûman heye!

Gewreyne! le sayetan be’is lenaw demmanda, zimanêkew degerê
Be’is kelegayeke sibeynew êwaran le awezman deperê!
Kê bê be’is nenasê?
Ta dwênê hetîwêk bû
Zelamkuj, zilhorit, cirpin
Le say sertan hatewe
Hatewew kes naybînê
Wekû tarmayî mirdin

Lêman bû be «tî ên tî»
Çuwe naw seftey dînar
Legelman dête ser xwan
Cêman legel beş dekaw legelman deçête jwan!

Lenaw manşêtî rojnamekanda
Be’is debînim
Lenaw mewkîbî serkirdekanda
Be’is debînim
Le fîftî fîftî naw perlemanda
Be’is debînim
Le dîl kuştnû bera’et pêdan
Le zengilêdanî nîweşewanda
Be’is debînim
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd