Abdula Pashew

Ême Dirextî Zir û Bêber Nîn

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
429
Ême dirextî zirû bêber nîn
Ta le çwar lawe bimanbirnewe
Ême tûtin nîn
Çerçîw bazirgan
Bimanfiroşnû bimankirnewe
Ême be henyey dinyawe tif nîn
Be sûkedestêk bimansirnewe
Ew dile pakey gwanenewtêkî dagîrkerane
Sibey milyonan rimî baldare
Ew nîştimaney berdebazêkî berpêy hemuwane
Sibey milyonan sengerî sware
Hestin heloy şaxan hestin
Le hestanda êwe yekin
Yek bîr yek rê yek mebestin
Hestin heloy şaxan hestin
Le hesteda êwe zorin
Sed milyon çaw sed milyon qaç
Sed milyon meçekû destin
Hestin heloy şaxan hestin
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd