Abdula Pashew

Bo SerdeştUsman

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
452
Ke hatnû
Dar çinare şîkekeyan lûl daw rifand
Lew satewe ke hatnû
Gulecoye girtêzawekeyan kirtand
Kotrî xem heta êstaş her gimey dê
Korî pirsey hemwan tewaw
Pirsekey min
Berdewamew her cimey dê!
Daxî ewem le dildaye
Neygeyştimê ta pêy bilêm:
«agadar be!
Lem wilate
Ewey qelem çoleçraw awirgî bê
Debê ziman çeqoy tîjî ser qurgî bê!»
Ne dezanim
Ne deşpirsim
Kê bûn dabarîne serî!
Îdî bo min wekû yeke
Binyadem bûn ya kemtyar
Be çî hatin:
Be camreşêk yan be camrûn
Bê nimre bû ya nimredar!
Îdî bo min wekû yeke
Belam pirsîm
Pirsîmû dîsan depirsim:
Ew sibeyney
Nirkew goley ew hewreyan mitû kir kird
Ew sibeyney
Ew telare nexşîneyan xaşebir kird
Ewê rojê
Yasay serwer
Bo kam berxî kerewale çûbuwe kemîn?
Gîrfanî kêy depşikinî?
Le asman bû yan le zemîn?!
Her pirsîmû pirsîmewe
Hendêk delên:
«yasay serwer
Mayesîrî gîrî dabû dûredest bû»
Hendêk delên:
«zor serqal bû
Şûrey dewrî koşkû seray heldeçnî
Xemî xest bû»
Hendêk delên:
«asmanî jûr baxekey xoy telbend dekird
Le çirîkew firkey balî baldar pest bû»
Hendêk delên:
«nexêr bêşkey hikûmete sawayekey radejenî
Nawenawe daybîyekî lepê dekird
Nawe nawe daybîyekî dadekenî!»
Hendêk delên:
«na ew roje
Be şerabî zemawendî be şûdanî kerkûk mest bû»
Hendêk delên:
«le bankêka parey dejmard
Leber çawî rijdî exyar
Silû sirkû leserhest bû»
Minîş delêm:
«kes neyzanî
Yasay serwer zigçûy lêbû
Le awdest bû!»
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd