Abdula Pashew

Bextewerî

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
463
Min lew hemû bextewerîye ranehatûm
To gencînet xiste berpêm
Lekatêkda
Min be temay awrêk bûm
To gerdûnit le roşnayî xwa helkêşa
Le katêkda
Bo awrîngêk bo qaf deçûm
Min lew hemû bextewerîye ranehatûm!
Dexîlit bim
Mawem bide ta lêy rabêm
Zor detirsim dernebemû
Le binîda beçokda bêm
Hêlêk bikêşe
Sinûrêk danê
Bo ew şêtîyey
Mehalî dewêw sinûr nazanê
Sinûrêk danê
Bo bizrikandin
Bo xeyalatî hemîşe lawîw rawnanî mirdin
Sinûrêk danê
Bo ew baldare rengawrenganey
Le hezar lawe
Dadewerêne
Ser likû popî dirextî serim
Sinûrêk danê
Bo ew çîmenû mêr’uzaraney
Be rûtû qûtî
Xo le gez deden le dewrûberim
Min lew hemû bextewerîye ranehatûm
Çi rewaye tenya bo min şewan asman
Xoy be oyew poyey sitreng bixemlênê
Çi rewaye
Tenya bo min
Beyanîyan
Awingî ser guleşîlan bizrîwênî!
Min lew hemû bextewerîye ranehatûm
Dexîlit bim, ger hîç nebê
Lêy kem kewe:
Çend perêkî helwerêne
Çend çilêkî lê dapaçe
Rojêk, dû roj
Balekanî bitarêne
Carêk, dûcar
Likû pope be estêre qursekanî ratekêne
Lew rojewe
Textû tacî memleketit dagîr kirdûm
Seranserî em gerdûne memleketme!
Lew rojewe
Le zimanî berd degemû ba dedwênim
Lew rojewe
Be bon rengan leyek cuda dekemewew
Be aw dinya denexşênim
Lew rojewe
Textû tacî memleketit dagîr kirdûm
Her pincêk gya ba lêy bida
Min legel ew bedem bawe deşnêmewe...
Lew rojewe
Min hesarey bê tewerim
Be azadî
Be gerdûnda dexulêmewe!
Min lew hemû bextewerîye ranehatûm
Dexîlit bim
Mawem bide ta lêy rabêm...
Zor detirsim damrimênê
Zor detirsim
Dernebemû be çokda bêm