Abdula Pashew

Îtir Bese

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
375
Nexêr kerkûk qudis nîye
Ta sedan sal cergey şerî
Newey çendîn pêxember bê.
«dil» yiş nîye
Ta rojnaroj wek şereftan
Sekte lêy datû pençer bê.
Her meşxelêk le henawî kerkûkewe bazre bika
Tîşkî henyey polêk muxî dewrî gire.
Çyay hemrînş her bistêkî
Laney «rîşe»û «leyla»yekî berzefre
Wek dewranî pêş tofanî şimşêrû tîr
Her besame mendû kire.
Leser zewîş textî biken
Lebin zewî hawregî bemow ezmere.
Îtir bese
Îtir bese
Teresîne îtir bese!
Mewday nêwan em heres ew herestan pir herese.
Îtir bese
Fisxiwardintan bote galte
Quçandnû teqû rewtan
Şaşapênû sêcritîye bo hewese!
Îtir bese
Karxaneçîw salosîne îtir bese
Çîdî kerkûk gazû newtû borî nîye
Serqetare riçeşkêne firyarese.
Îtir bese
Kurdipsênû kerxesênû deyyûsîne
Îtir bese!
Her gerdêkî kerkûkî min
Berdereşî ke’beyekî muqeddese.
Îtir bese!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd