Abdula Pashew

Qûn û Kursî

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
417
Katê le mal bêzar debim
Nawmalû dîkor degorim:
Le komedû dolabewe
Ta degate ferşî berpê
Ke le xoşim bêzar debim
Dîsan hendêk şit degorim:
Qelem, qopçe, kiras, derpê
Lê nazanim
Çi le şaşey tîvî bikem?
Deyan sale heman qûnû heman kursî
Heman dengû
Heman çengû
Heman çehrew
Heman çenew çawî birsî
Şaşeyêke hukme debê heta mirdin lêy binorim
Doş damawim
Qûnû kursî ser şaşekan çon bigorim!?
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd