Abdula Pashew

Mîrî Dizan

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
453
Ba çyakan leser hest bin!
Ba darû berd her çawêkyan hezar çawû
Her gwêyekyan hezar gwê bê
Deba kurgel dabeş bibin
Çekekanyan leserpê bê!
Ba çoleke girmole bê necrîwênê
Ba pişîle aram bigrê nemyawênê
Seg newerê
Ker nezerê
Ta mêrûleş be dîwarda helnegerê
Çunke emro dinya demewnxûn debê
Mîrî dizan bem naweda têdeperê!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd