Abdula Pashew

Dûberekî

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
417
Şew le xewma
Aramgey hacîm dîtewe
Çokim dada, sujdem bird boy
Gutim: «hacî*, perêşanîn!»
Serî kiz kird
Destî dana ser dilî xoy
Gutî: «merd be, zîndûm kewe!»
Gutim: «gewrem
Min ’îsa nîm
Çon zîndût kemewe, bêje»?
Gutî: «lêre derim bêne
Dûberekî le şwênekey min binêje!»

*hacî= wate hacî qadrî koyî, şa’îrî neteweyî kurd
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd