Abdula Pashew

Balndeyêk Bûm

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
408
Balindeyêk bûm şeketû tenya
Balêkim koç bû, balêk raperîn
Nemirdim, carêk geyştime qonax
Dway hezaran car kewtnû firîn
Balêkim da bem, balêkim da bew...
Dway seferî dûr birdimyewe xew
Beyanî helsam
Dest şetekdiraw
Pê şetekdiraw
Dem şetekdiraw
Ne yek çimke nan
Ne yek çore aw
Be zindûyetî, awerûtkiraw...
Çemî umêdim bû be awero
Alay şekawem bû be dû pero!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd