Abdula Pashew

Ketîre û Kursî

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
389
Min gewahî dedem
Min gewahî dedem ewan xakîw saden
Terkednyan
Ger bewan bê
Her be galû herzin dejîn
Tûren bewey jêrzemînû qasew baxel
Be gencîney qarûn tejîn
Tûren bewey girdû binar
Werdû beyar
Be qudretî hezretî fîl
Boyan debne mezraw telar
Min gewahî eweş dedem
Gewrekanman hez le çarey kursî naken
Şilû kut bûn
Hêndey kun be kun dey raken
Belam çi bikin
Kursî ême wek hî hemuwan
Mincirtirîn mexlûqî xwan
Bedreftarû bê belênin
Her ketîre dedelênin
Bîjîn, lotîn, dawênpîsin
Paşelperestû negrîsin
Hîçû pûçû heramzaden
Qûnêk bigirin
Berî naden
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd