Çekhelgirî xakêkim dujmin leserî zale
Min bûmete bêganew bêgane xawen male
Ger ’umir bida mawe rêbazî xebat egirim
Şêrane be şer dêmû pyawane ebê bimirim
Ey dujminî malwêran zor wexte ke emşêlî
Win nabî leber çawim naroytû becêm bêlî
Çekhelgirî xakêkim dujmin leserî zale
Min bûmete bêganew bêgane xawen male
Herçî ke hebû birdit çî mawe helînûşî
Ey gurgî zyanîder bo hênde dirû tûşî
Ger bimdene ber gulle em rêgaye rêgame
Labirdinî talanker fewtandinî birwame
Çekhelgirî xakêkim dujmin leserî zale
Min bûmete bêganew bêgane xawen male
Xwênawî leşî xelke baboley desî rolet
Ey lawî şehîdî kurd estênîn heqû tolet
Ey lawî şehîdî kurd estênîn heqû rolet
Em rêge ke girtûme dwarojî lelam rûne
Yar serkewtinî kurde ya mergû tyaçûne
Çekhelgirî xakêkim dujmin leserî zale
Min bûmete bêganew bêgane xawen male
Daye gyan
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrye dayegan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe
Damenîşe daye gyan bo hatnî min çawerê
Dilnya be besyetî bo dengî dirga megre gwê
Daye gyan
Daye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilit
Daye gyan swêndim be cewrû meynetî bêhasilit
Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdûm xemî deskurtîw rengizerdî gel
Min kurî kurdî şehîdî rêy xebatim daye gyan
Kotrî xwênînperî baxî wilatim daye gyan
Her wekû bêganeyê dil pir le nakamîw girê
Lem hemû deste nebû destêw ke bêw destim girê
Min le şarî xom xerîbû bo hemû bêgane xom
Kotrî kujrawî rêgay lane xom bê lane xom
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrye dayegan firmêskî xwênînim dewê
Daye gyan ew kîje wa etwîst be bûkî to bibêt
Xot bide pîşanî carê ba be hîway min nebêt
Takû bitbînê ke reşpoşî le ser ta patewe
Belkû birwa dilnya bêw min lebîrew batewe
Daye gyan
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrye dayegan firmêskî xwênînim dewê