Abdula Pashew

Şengal

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
442
Şingala min
Ger to bişkêy
Temaşay kam awêne kem
Ta sîmay bin xolemêşî xom bibînim
Bo welamî kawlemêjûy pir birînim
Çon xak raxem bo qît westan
Asman heldem bo firînim
Ger to nebît
Çon bizanim kame rêge dembatewe lay ateşgey bapîranim
Çon gwê helxem bo hewhewî swarey madan
Bo zenzeney dewrî agir
Bo lay layey perîzadan
Ger to nebît
Şarêkî dî lekwê bênim awa wek to
Be zimanî her dewranêk bîdwênim, bom bête go
Min dîwawdîw deyanbînim
Ta ser êsqan deyannasim
Min demzanî
Ewan hemû, hemû şitêk herac deken
Bepêw bêpê
Terû wişk
Berzû newî
Sardû germ
Hewrû hewa
Şîley zewî
Ewan hemû, hemû şitêk herac deken
Kiryar hebêw destyan birwa
Girdî yarew pirdî delal
Radegwêzin bo henderan
Qelay hewlêr radepêçin
Bo têrmînalû benderan
Gurçîlokey zaroyanû minaldanî zerîyekanman
Bo mezatxanan bar deken
Deşt bê askû kêw bê kêwîw asman bê teyrû twar deken
Min dîwawdîw deyanbînim
Ta ser êsqan deyannasim
Temaşa ken
Sultanû şa kewtine çalî çaldêranû tûnawtûn çûn
Mîrû begî rûçkizerdî kewasûryan
Setan sale bermay sifrey mişkû marin
Keçî eman heta êstaş
Le sûçêkî kewşkenî şa simayl
Estoxuran
Heta emroş le dîwanî xanî megol
Her sifreçîw perdedarin
Ta henûkeş rojêk lebin qereqoynilû radekşên
Rojêk lebin aq qoynilû
Gwêman desmê fîngefîngû xinexnyan
Nêşkoleşyan hênd biçûke
Daxzîwew kewtote naw hêlkey gunyan
Min dîwawdîw deyanbînim
Ta ser êsqan deyannasim
Min demzanî ewan qelû tawis melek
Palawgeyekî pêtrolû merqedekey şêx şerfeddîn le yek cuda nakenewe
Min demzanî
Ewan serbirdey ’enterû dastana derwêşê ’ebdî
Êzîdxan o qumarxane
Le yek cuda nakenewe
Xo emanem gişt dezanî
Belam şingal
Axir şarêk her xiştêkî kaseser bê
Kaseserî mêrêkî rind
Axir şarêk leberdemî derwazeyda
Rewe rewe sultanû mîr bûbin be pend
Axir şarêk mishefa reş tacî cilwey leser nabê
Bo agir
î sergerdanî ateşgekan dwapena bê
Axir şarêk gilgamş xoy lankolekey rajenî bê
Pir gimegmî kevokû zakuzîkî zerneqûte
Pir dawênî giznigizadew biskû kezîy şazerî bê
Kê zat deka bîfroşê
Nirxî çendew debê çî bê
Çyayê şingal
Ke to mêjût hemû mêjût
Cêpêy reşî seferber bê
Seferberû her seferber
Wekû yeke
Serperênan şîrweşên bin ya sinayper
Bo enfal bên ya bo ferman
Be wiştir bên ya be tankû topû hemer
Çyayê şingal
Ke to mêjût hemû mêjût
Her fermanî paş ferman bê
Ke to derdit wa tûlanîw bê derman bê
Xo debwaye
Gome’awêk le twêkta heşar bidey
Takû lêwî zaroyanî adem ter key
Xo debwaye
Her bo sêber, daristanêk, dewencarêk biriskênî
Birûskeyek gildeytewe
Le şîwelew newalêkta bîxewênî
Ta le katû satî xoyda
Le nawqedî şewezengî bweşênî
To debwaye
Girkanekey çyay agir
îw reşebakey silêmanîw girepêçey babegurgur têk helşêlît
Pêkeweyan bicoşênî
Ta le nêwan reweklow pele genmî şipirzeda
Şûrey agir
bi’afrênî
Ax, ne destim qelem degrê
Ne zimanîşim go deka
Axir katê min koç dekem, depermewew deçme ewber
Nazanim çi be qenatî kurdo bilêm
Çon bitwanim çaw bibrime çawî tîjî ew şehêne
Çon wek caran, ordîxan le hembêz bigirim
Ew zaroye, ew çeme rûne xurrêne
Leser sifrey hacî cundîw apê casim çon danîşim
Rûy zerdî xom le kam la kem
Şemow şekiro çon bidwênim
Dilû çavê wan xoşmêran çewaşa kem
Çon ew hemû binkirasû pêsîraney dadrawin
Leber çawî wan winda kem
Çon hezaran peresêlkey naw rikew tor
Bê zayele bê seda kem
Çon ew hemû xolîw xwêne bişarmewe
Axir çîyan bo birêsim, çi pîne kem, çi be pa kem
Ca xo ewan
Ewan xoyan
Çawtîjtrû dûrbîntirin le heloyan
Bînîyan çon jeneralî naw paketî tazey sermor
Lûley çekyan rûberewjêr, wekû çawyan, wek estoyan werçerxanû piştyan kirde derpêy becêmawî xoyan
Bînîyan kû
Leber çawî zeqî gûgil
Lebin kilkî zirebênî kirêmlû koşkî sipîw burcî ayfil
Leberdemî vatîkanû xaçî dêran
Lebin lûtî minaranû mîdyay poştey dinyay wêran
Garanêk dolpay naqola, gewaleyek çîney cengîz
Rewerobetêk le pola, rêjneyek rîş
Lawfawêk gel
Dînyan simtû xwayan kefel
Tenbeten bûn, rûberû bûn
Legel baxêk pir kulîlkî lîmow henar
Pirferîkî denke zeytûn
Way
Way ew roje çe rojêkî tiftû tal bû
Zewî kerû asman micro
Mînber lalû nwêj betal bû
Çendî kirdim
Çendî destim le baxelî ziman gêra
Wişeyekî têda nebû
Girmey heres, wizey girkan, rabûnî tofanî tya bê
Yek dilope rontêkî wam nedîtewe
Qebarekey hejîy rojereşî wa bê
To pelet bû
To pelet bû
To pelet bû
Minîş pêş wey çîlkew êzing ko kemewe
Takû agir
le xom berdem, debwaye bem nînokanem
Kerûy çalî mêjû derdem
To pelet bû
Zamî minî le çwar lawe engêwrawîş
Hêşta germû serwala bû
Nemdetwanî çemêkî xur helbibestim
Ew girey pê bitemrênim ke le bejnî to alabû.
To pelet bû
Minîş debwa cûtêk pêlaw beradandem
Qaymtir bê le çermî rûy serkirdekan
Nardim be şwên gopalekey pîremêrda
Ta be bejnî zincîreçyay dûhezarû pênsed salda helzinêmû be heldêrû dolû şîwya şor bibmewe
Be dirkelanî fermanû seferberû enfalanda
Hezarcar bêmû biçmewe
To pelet bû
Minî şipirzeş pêş ewey bo em rêy hatû nehate
Bo em qafe sextey şe’ir
Xom bibestmû rê bikem
Her debwaye
Her debwaye çend momêkî nûrpirjênî hezretî xanî pê bikem
Hewretrîşqey hacî qadir bigwazmewe bin zimanû asmanêkî bo çê bikem
Debwaye kûrey agir
î sozî babatayer daxem
Bo nwêjêkî gyandagîrsên
Bermalî mewlewî raxem
Gerekim bû nîweşewan
Çaw lêk nêmû hest ragirim bo gimegmî qewalan
Bo kerwêşkey axû ofî jêy tenbûrî bavû kalan
Carubarîş, şingala min
Ke rêy dûrî bînînî tom degirte ber
Minî reben, çarem nebû
Herdebwaye bo dîdarî lalş ladem
Ta hizrî xom le kanîya sipî mor kem
Lemperî pêş ziman radem
Xom le kêşî em goy zewîye rapsikênim
Leser kevrû zinarî rê
Cêy awrîngî pêy şêx hadî bişopênim
Çawerê bim
Pêlî nûrû boy bixûrû şineşnî şewqî çiray peristigey lalşim bo bê
Ta nadyam lê dyar binû êskû pirûskî azîzanîş bom be go bê
Ta sirûdêk têçrîkênim
Şingala min
Ke şayanî kostî to bê
Nêrer: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî