Zahir Jalal

De Megrî Megrî Çaweket Cwane

By: Zahir Jalal
Dialect: Sorani
275
Ne xwa demkujê ne boxom demirim
Çunke xerîbim kes nagrê qedirim
De megrî megrî çaweket cwane
Herçen to degrît malim wêrane

Le dûrew hatûm binase dengim
Tozî xerîbî nîştuwe le rengim
De megrî megrî çaweket cwane
Herçen to degrît malim wêrane

Le wilatî xerîb xerîb dyare
Cêgay xerîban goşew kenare
De megrî megrî çaweket cwane
Herçen to degrît malim wêrane

Detirsim bimirim lem dûrulate
Dil pir le xozgew ofû awate
De megrî megrî çaweket cwane
Herçen to degrît malim wêrane