Ew rîzemaley gyanekem be mal engowe
Hemûm xoş dewê ey hawar beboney towe
Qelay merîwan gyanekem palim da pêwe
Qelakem rûxa ey hawar pal bem be kwêwe
De megrî megrî çawekem çaweket cwane
Herçê to degrî ey hawar malim wêrane
Yarekem melazadeye malyan leser cadeye
Giryamû paramewe pêm gut dû maçim deye
Ca gutî de hetîwe de biro deşkê desniwêjim heye
De biro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastit nîye xeyrî dirow tefredan
Ca eger qewlim dedeyey berastî were kewan
Hey dena bew le’nete bî ke xuda kirdî le şeytan
Yarekem melazadeye malyan leser cadeye
Giryamû paramewe pêm gut dû maçim deye
Ca gutî de hetîwe de biro deşkê desniwêjim heye
Nexoşû derdedarim derdekem bê dewaye
Hey leber giryanû zarî wey şewû rojim xew naye
Yarekem melazadeye malyan leser cadeye
Giryamû paramewe pêm gut dû maçim deye
Ca gutî de hetîwe de biro deşkê desniwêjim heye