Amanj azizkandi

Têmîske

By: Amanj azizkandi
Dialect: Sorani
232
Gulim teyrî telanî bê bijîwî?
Le des dalî xeyalî dij rewîwî
Tikey îlhamî awingî ewînî
Leser pelkî gulî şê’irim werîwî?
Hey lade lade lade
Perçem leser rû lade mayey jînim
Hey lade lade lade
Perçem leser rû lade ba bitbînim

Le parêzî gizey şê’irim detirsî?
Kewa têmîske ser lêwî gezîwî?
Be helwêstî şilû şermin dyarî
Pepûley baxe kurdêkî hetîwî
Hey lade lade lade
Perçem leser rû lade mayey jînim
Dey lade lade lade
Perçem leser rû lade ey ewînim

Lemêje dil be dûta dê dezanim
Le nêw hestêkî nask dabezîwî
Helew destim le esto ke heta key
Le nêw teb’î terî rawçî xizîwî?
Hey lade lade lade
Perçem leser rû lade mayey jînim
Dey lade lade lade
Perçem leser rû lade ba bitbînim

Têmîske: kirêjî lêw lenobetêwe; lêw helziran

Honrawe: mela kerîm rawçî