Kamal Muhammad

Cejnî Çî?

By: Kamal Muhammad
Dialect: Sorani
271
Cejnê be şêwey peşêwîw be şîn
Be ahû ofû be nalew girîn
Be awazî dil, dilanî xemgîn
Be ahî sardû be birjey birîn
Xuşkan le xwênawa çeqîw ta kemer
Bo her la biroy şîn bê seranser

Cejnê cêy bînîn jûrî zîndan bê
Cejnaney lawan kotî giran bê
Şadîw bezmiman ciger’êşan bê
Yaxwa ew cejne be zehrî mar bê
Ew cejne korî şînû şepore
Dil pir le zamû jyan serşore

Cejnê cejnime xakî nîştiman
Jêrçepok nebêw bijî kameran
Toley lawanî ledardirawim
Xwênî gencanî kurdî kujrawim
Bisênim ewsa nanî birawim
Dezgîrim bibê tabî henawim
Ewsa pir bedil elêm şadîye
Elêm wa cejnew gel azadîye

Honrawe: fayq bêkes