
Ahû naley bêqerarim ’alemî xistote coş
Gul benaz perwerdeye ey dil demêkî bisrewe
Rohî şîrînim be çawan wa be zarî demkujê
Qed nelê: daxo ewe ferhade yaxo xusrewe?
Min weha zû mestî mey nabim be neş’ey çaweket
Mergî min saqî legel ew came lêwit bênewe
Wek serî zulifit debê kê bê hîsabî têk neçê
Ger benaz to bêye pey mehşer be çawî mestewe
Ta be ta lew roje to zulifit be rûda xistewe
Min le sayey zulfû rûy to rojî rûnakim şewe
Dil leser taqî biroy xoy xiste dawî zulfî xaw
Qîblekem gorawe boye pêm be dawî kufrewe
Çîm le ummêdî beheştû bîmî dozex dawe min?
Dozexî min her fîraqe, cennetî min her ewe
Ahû naley bêqerarim ’alemî xistote coş
Gul benaz perwerdeye ey dil demêkî bisrewe
Honrawe: #wefayî