
Min serim germî şerabî ’eşqe boçî bê mezem
Min mezey mizrî henar û sêwî ew banem dewê
Ay dost
Çûnke gyanim wa le kolda, kûreye naxî dilim
Bo ewey dil dabmirkê yarî dêwanem dewê
Ay dost
Xemî xom nîye xemî tome
Xembar bî min rencerome
Be dil aşq azîzim be xalit bûm dîdekem
Melê şête û şêtî tome
Des helnagirim ezîzim le balaket dîdekem
Hemû ’alem bimka lome
Meylit nanêm takû mawim
Dilim, bendî zulfî tome
Dîl û şîday ’ezîzim qametî tom dîdekem
Qametî min boye kome
Des helnagirim ezîzim le balaket dîdekem
Hemû ’alem bimka lome
Wekû bulbûl denalênim
Hawar û şîn û rorome
Ke dûrîş bim ezîzim le balaket dîdekem
Dilim, şeyda û ’aşiqî tome
Des helnagirim ezîzim le balaket dîdekem
Hemû ’alem bimka lome