Heste ba biroyn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe gerî leser dilane
Wa çake û wa selahe tawêk bêye amêzê
Hawar hezretî xews ew gulem biparêzê
Qewle dyarîm bo bênê ca gulim wa le tewrêzê
Heste ba biroyn bo dawetê mandû nebî newestî
Gwêgre xirînge û horey dê karwan derwa be mestî
Halî bûy le lerzînim yexet lade bitbînim
Çim kirduwe lêw’alê dekulênîyewe birînim
Xo min wek kake memî ’aşiq be xatûzînim
Heste ba biroyn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe gerî leser dilane
Rohit birdûm yekcarî çawciwan taqaney şarî
Demit xunçey xendane têydaye dû rîz mirwarî
Çi xetayêk rûydawe beynêke lêm kenarî
Kiçe kurdey mukiryan çende nask û nazdarî
Heste ba biroyn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe gerî leser dilane