lem wilate daçorawe ta dêm enfal berîn û berîntir debê sêwe xanê
Lem wilate daçorawe ta dê birîn qûl û qûltir debê sêwe xanê
Lem wilate daçorawe ta dê ewîn mehal û mehaltir debê sêwe xanê
Sêwe xanê emşew le gerdûnî çawta lenger degirim
Hatûm le maçanit bigirim sêwe xanê
Sêwe xanê emşew biruske zîn dekem deroyn deroyn sêwe xanê
Bo kwêt berim sêwe xanê bew şewî ba û boranê
Na na na nagemewe kurdistanê sêwe xanê
Bo kwît berim serdarî rohe şêtekem
Bo kwêt berim sêwe xanê
Em kernevalî kuştine bo êmeye
Em hemû pete zibrane bo gerdinî sed car rûşawî êmeye sêwe xanê
De pêm bilê bo kwêt berim
Eme kûlekey rohekem bîşkêne
Eme dile nasorekem bîsûtêne
Çon em dilet bo binêrim
Be kam qasîdî bispêrim sêwe xanê
Dezanim gyanh dezanim
Xoşewîstî tewqî ebedî gerdine
Xoşewîstî sûtane dagîrkirdine
Bê to serdarî rohekem jyan menfa menfaş tûnêlî mirdine sêwe xanê
Her to serdarî em rohe şêtey minî
Her to bestey em geruwe nûsawey minî sêwe xanê
Bo kwêt berim sêwe xanê bew şewî ba û boranê
Na na na nagemewe kurdistanê sêwe xanê
Sêwe xanê sêwe gyanê rohe xanê ax sêwe xanê