Changiz Sigarchi

Bo Deroy

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
362
To le nêw çaw û dilî minda rwawî bo deroy?!
Malî dil î xote kengê derkirawî bo deroy?!
Kê le derd û raz û remzî ew diley to tê dega
Min dezanim tuş wekû min dil şikawî bo deroy?!
Kwa lewê dekirê be awatî dilit ragey gulim
Lêre her tum xoşewîstî bend û bawî bo deroy?!
Destemo nabê şepolî ew xeyaley naxî min
Gerçî tamezroy xeyal û xewnî xawî bo deroy?!
Min le ser rêgay ewînit tomî eşqim çanduwe
Bo le ser wade û belînî xot nemawî bo deroy?!
Hênde nasaze le gel şadî dilim ta hez bikey
Bo xemî piriçit nema cerg û henawî bo deroy?!
Takû rizgarî le ser daxwazî mafî em gelem
Toş wekû min role kurdî beş xorawî bo deroy?

Honrawe: rizgar